Li wesaîta Alîkarê Serokê Bajêrê Colemêrgê yê AK Partîyê Salih Kahraman êrîşa bombeyî hat kirin. Di êrîşê de tiştek bi tukesî nehat, lê di wesaît û malên derdorê de zirara maddî pêk hat.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin dema wesaîta Alîkarê Serokê Bajêrê Colemêrgê yê AK Partîyê Salih Kahraman li ber mala wî ya li taxa Kiranê sekinandî bû êrîş hat kirin. Hat îfadekirin kû bombeya desta dibin erebe de bi cî kirine û paşê teqiya.

Di teqîna bi şiddet de tişt bi kesî nehat, lê belê di wesaît û malên derdorê de zirara maddî pêk hat.

Tîmên lekolîna bûyerê hat sewqkirin cîyê bûyerê û li derdorê vekolîn kirin. (ÎLKHA)