Hat ragihandin li bajaroka Kalynîvkaya ku 270 km ji Kîeva paytexta  Ukraynayê  dûr e, di depoyeke eskerî ya  muhîmatê de teqîn pêk hat. Hat diyarkirin ji ber teqînê kesek birîndar bû û 24 hezar kes hatin tahliyekirin.

Hat ragihandin li heremê ceyran hatine qutkirin û wanayên xazên sirûştî hatin girtin. Serokwezîr Ukraynayê  Volodymyr Groysmanê ku çû cihê teqînê diyar kir  derheqê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û teqîn ji ber hêmanên derve pêk hatiye.

Berdevkê Serwîsa Ewlehiya Ukraynayê Olena Gîtlyanska jî derheqê teqînê de diyar kir teqîn ji ber sabotajê pêk hatiye.

Petro Poroshenkoyê Serokkomarê Ukraynayê bo mesele bê axavtin qadroya birêveberiyê banga civîna bi lez kir.

Di meha adarê de jî li ukraynayê bi heman awayî teqînek pêk hatibû û 20 hezar kes hatibûn tehliyekirin.(ÎLKHA)