Hat ragihandin 200 xwendekarên 5 gundan ên ku li Karaza Diyarbekirê perwerdehiya veguhestinî dibînin piştî fîravîna nîvro nexweş ketin. 200 xwendekar bi şipheya bijehrêkerinê hatin rakirin nexweşxaneya Karazê. Hat ragihandin hinek ji xwendekaran sewqî nexweşxaneyên Diyarbekirê hatin kirin û hinek jî hatin tabûrcîkirin.(ÎLKHA)