Hat ragihandin li Taxa Tepeya Bismilê derdora seat 19.00an de  qamyoneta bi plaqeya O1 AHK 86 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn ket nava keriyê pez a Ferîd Yildiz.

Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesên di nava qamyonetê de birîndar bûn û keriyê pez jî 25 mih telef bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Piştî ku rê ji mihên ku telefbûne hat paqijkirin re rê ji trafîkê re hat vekirin.(ÎLKHA)