Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî derheqê encamên referandûma serxwebûnê ya ku dê ji teref Herema Kurdistana Iraqê ve bê kirin de destnîşan kir "Em ê encamên referandûmê nas nekin."

Îbadiyê ku di televîzyona dewletê de bang li xelkê Iraqê kir  îddîa kir ku ew ê referandûm zirarê bide ewlehiya heremê û welat  û dû re wiha got: "Em ê referandûmê qebûl nekin û em ê encamên referandûmê nas nekin."(ÎLKHA)