Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî derheqê encamên referandûma serxwebûnê ya ku dê ji teref Herema Kurdistana Iraqê ve bê kirin de destnîşan kir "Em ê encamên referandûmê nas nekin."
Îbadiyê ku di televîzyona dewletê de bang li xelkê Iraqê kir îddîa kir ku ew ê referandûm zirarê bide ewlehiya heremê û welat û dû re wiha got: "Em ê referandûmê qebûl nekin û em ê encamên referandûmê nas nekin."(ÎLKHA)