Doh, Hamas bi daxuyaniya ku belav kir ew wê komîteya îdarî ya ku berî niha li Xazzê damezrandibû "bo meqseda dawîanîna dabeşbûna siyasî" fesih kir û diyar kiriey û bila Hikûmeta Lihevkirinê ya Fîlîstînê erkê dewr bistîne û hilbijartinên giştî bên kirin û Hamas bi Hareketa Fetîhê re bo gotûbêjê amade ye.
Ji ber vê helwest û daxuyaniya Hamasê ji teref Yûsuf Mahmudê Berdevkê birêveberiya Fîlîstînê destnîşan kir ew amade temamê berpirsiyariyan bigrin li ser milên xwe û derbasî Xazzê bibin.
Mahmud di daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir de diyar kir divê hikûmer wezaretan û têketinên deriyan teslîm bistîne û memûrên berê cardin vegerin li ser wezîfeya xwe.
Mahmud her wisa diyar kir ew ji wê peymana 2011an a Qahîreyê ya ku hatibû îmzekirin re sadiq in.(ÎLKHA)