Weke ku dê bê bîran berî vê çend rojan li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora karkerên findiqan qeza kiribû û di qezayê de tev de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn. Piştî qezaya ku pêk hat digel xeberên mirina hizn û şîn û girî ket malan.
Hinke karker ji bo heqê nanê xwe derbixin, hinek ji bo ji malbata xwe re bibin destek, hinek ji bo xeyalên xwe temam bikin û hinek jî ji bo mesrefên xwe yên perwerdehiyê derbixin çûbûn berhevkirina findiqan. Lê ji van karkerên ku tiştinan hêvî dikirin 7 karker bi qezaya ku pêk hat ji xewn û xeyalên xwe ji daxwaz û armancên xwe dûr ketin û hizn û şîn û girî kete mala wan.
Gelek zarokên ku naskiriyên wan di qezayê de mirine hêj xebera wan ji mirina wan tuneye û ew bi hêviyeke mezin bendewarin baş bibin û naskiriyên xwe bibînin.
Bawer Çagatayê ku di qezayê de bavê wî Bedran Çagatay û xweha wî Başhar jiyana xwe ji dest dane derheqê mijarê de diyar kir xeyela wî ya herî mezin mamostebûn bû û got "Ji ber ku rewşa me nebaş bû min ji naçarî dev ji mektebê berda û em çûn berhevkirina findiqan."
Aleyna Boza ku di qezayê de bavê wê Farûq û xwişka wê Gulistan jiyana xwe ji dest dane jî derheqê mijarê de got ku ew dixwaze malake wan çêbibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ji bo wê xeyala xanî ya bavê xwe çûn berhevkirina findiqan."
Her wisa çend zarokên din jî derheqê mijarê de wiha axaivîn:
Gîzem Boz: "Xeyala bavê min avakirina malekê bû."
Mehmet Boz: "Min ji ber rewşa maddî dev ji mektebê berda."
Yusuf Çapat: "Min ji bo ez karibim mesrefa mektebê derînim çûme findiqan."
Weke ku dê bê bîran berî vê çend rojan li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora karkerên findiqan qeza kiribû û di qezayê de tev de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)