Hat ragihandin Li Ouagadougouya paytexta Burkîna Fasoyê  êrîşa çekdarî  li restoranekî ku aîdî Tirkiyeyiyan e û li otelekê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de tev de  28 kes mirin.

Wezîrê Komunîkasyonê  yê Burkîna Fasoyê  Remî Dandjînou derheqê êrîşê de daxuyaniyek da. Wezîr di daxuyaniya ku da de êrîşa ku hatiye kirin wek 'êrîşa terorê' wesfand.

Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê jî bi daxuyaniya ku belav kir êrîşa ku hatiye kirin şeremzar kir.(ÎLKHA