Miftiya Bajêra Diyarbekirê Burhan Îşlîyenê ku derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir diyar kir di bergeha vê îmtîhanê de ji Diyarbekirê re 2 kontejan hatine veqatandin. Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li bajêr ji bo kesên astengdar qursên cûrbecûr vedikin û bi van qursan zarok gelek zanîstên dînî hîn dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bi vê îmtîhana ku dê bê kirin tê xwestin ku xwesteka tahsîlkirina ilmê ya zarokan bê zêdekirin. Serokatiya me ya Karên Diyanetê  ji bo vê xwestekê zêdetir bike û ji bo ew kesên astengdar pişta xwe ne din jiyanê û karibin li ser piyan bisekinin van îmtîhanan  tertîp bike.  Ew ê îsal ji komeke astengdar re di encama îmtîhanê de xelata umrê bê dayîn û ew ê bên şandin axên pîroz."

Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de diyar kir kesên ku bixwazin têkevin îmtîhanê dikarin li miftîtiyan serîlêdanên xwe bikin û dîroka dawî ya muracatê 11ê Tebaxê ye.(ÎLKHA)