Hat ragihandin di êrîşa asimanî ya ku doh êvarî ji teref terorîstên siyonîst ve li Xazzê hat kirin de 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin kesê bi parçeya şarapnelê giran birîndar bûye xortekî 26 salî ye û rewşa her 2 kesên birîndar jî ne xirab e.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji êrîşan yek li mewziyê aîdî Tugayên Îzzettîn El-Qassam a li herema  Ebracul Mîkvesî hat kirin. Dîsa mewzîyeke din a li bakurê Xazzê bû hedefa êrîşên siyonîstan.

Ji bilî van agahiyan hat ragihandin li heremên cûrbecûr ên Şerîaya Xerbê terorîstên siyonîst 27 Filîstîniyan revandin.

Îşxalkerên siyonîst ên ku li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Xerbê bênavber di ser malan de digrin bi îddîayên cûrbecûr Mislimanên Filîstînî êsîr girtin. Li gor daneyên herî dawî niha 300 jê zarok tev de 7 hezar Misliman di zindanên terorîstên siyonîst de êsîr tên girtin.(ÎLKHA)