Hat ragihandin li Merzîfona navçeya Amasyayê otobûsa rêwiyan qûlibî, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine wergirtin qeza li mewqiya Kayaduzuya Merzîfonê pêk hat. Hat diyarkirin otobusa rêwiyan a bi plaqeya 52 DG 448 a ku ji Stenbolê ber bi Samsûnê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Rêwiyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)