Bi qerarnameya di hikmê qanûnê de ya bi jimara 692an a ku di bergeha OHALê de di rojnameya fermî hat weşandin  7 hezar û 348 kes ji wezîfê hatin îxrackirin û 310 kes jî ji wezîfê re hatin îadekirin.

Li gor qerarnameya nû ya di hikmê qanûnê de madalyayên Arîf Erdem û Hakan Şukur hatin standin. Li gor qerarnameya ku di rojnameyê de hatiye weşandin ji Wezareta Edaletê 418 kes, ji Diyanetê 551 kes, ji ewlehiyê 2 hezar û 303 kes, ji Wezareta Karên Hundir hezar û 486 kes, ji Wezareta Tenduristiyê 789, ji TRTê 29, ji Cendirmê 235 kes û  Waliyê Berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu ji wezîfê hatin îxrackirin.(ÎLKHA)