Li Hîlwana navçeya Rihayê di navbera 2 malabtan de pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûnê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di derdora seat 18.00an de li Kolana Îsa Tektaşê li ber dikana kozmetîkê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ferdên her du malbatên ku qîz dane hev û ji hev qîz standine, danê esirkî munaqeşe kirin. Ferdên her du malbatan ên ku gazî naskiriyên xwe kirin li ber dikana kozmetîkê pevçûn. Di encama pevçûnê de 2 kesên bi navê Huseyîn Kaya û Mehmet Reşat Kuçukyavuz jiyana xwe ji dest dan û 9 kesên bi navê Servet, Mahmut, Îsa û Halîl Kuçukyavuz, Halîl Akbaş, Muhammed Emîn û Baho Atakay, Îbrahîm û Îsmaîl Olzunga jî birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn gelek polêsa sewqî cihê lihevdanê hatin kirin û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)