Weke ku tê zanîn li Hambûrga Almanyayê di dema Lûtkeya Lîderan a G 20an hat lidarxistin û di dema vê civînê de cûrbecûr xwepêşan hatin lidarxistin. Mislimanê reşik ê bi navê Usama Zîmmnermann li Kolana Steîndamma ku kolana herî qelebalix a Hambûrgê ye xwepêşanek li dar xist û pankartê vekir. Mislimanê reşik Usame bi xwepêşana ku kir ji welatên Xerbê re bertek nîşan da.
Zîmmnermannê ku bi pankarta ku vekir terefdarên Naziyê wek faşîst û terorîst wesfand diyar kir Amerîka çawa li Misirê darbe kiribe xwest ku li Tirkiyê jî bi heman awayî darbe bike û dû re bi pankartan bertekê xwe wisa domand: “ Nazî neteweperest, siyonîst, faşîst û terorîst in. Ew parêzer û dozgerên siyonîst bû sebeba qetilkirina polîtîkavan û biyaniyan. Siyonîst di serwîsên mexfî de wek sîxûr cî girtin û li dinyayê terorê belav dikin. Amerîka çawa li Misirê darbe kiribe xwest ku li Tirkiyê jî bi heman awayî darbe bike.”(ÎLKHA)