Ji teref Midûrtiya Giştî ya Meteorolojiyê ve di derheqê rewşa hewayê û germahiyan de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de ji serê hefteyê pê de dê germahî derkevin ser germahiyên demsalê û dê zêdetir bibin.

Li gor daxuyaniyê ew ê germahî li Enqerê di navbera 32-36 pileyan de, li Stenbolê di navbera 30-39 pileyan de, li Entalyayê di navbera 39-42 pileyan de, li Zonguldak û Samsûnê di navbera 26-28 pileyan de, li Daiyarbekirê di navbera 40-42 pileyan de be.(ÎLKHA)