Li Qosera Mêrdînê ji teref Şaxa Qoserê ya Cemiyeta Mustezafan ve bernameya pîrozbahiya eydê hat tertîpkirin. Endamên partî û STKyan û gelek kesên vexwandî beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn.

“Kesê ku maziya wî Remezan bê ew ê îstîqbala wî  bibe eyd”

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinçê ku li Mêrdînê beşdarî  bernameya pîrozbahiya eydê bû di bernamê de di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Kilinç diyar kir Xweda piştî Remezanê nesîbê me kir ku em bigihijin eydê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rebbê me van îbadetên ku me di vê mehê de eda kiriye qebûl bike. Malûmê wê ye tê gotin kesê ku maziya wî Remezan bê ew ê îstîqbala wî  bibe eyd. Di meha Remezanê de her çiqas ji nefsên me re zor hatibe jî me rojî girt û em niha şahî û şadiya eydê dijîn; ez ji Xweda hêvî dikim bi heman awayî axreta me jî bibe eyd.”

Kilinç di berdewama axavtina xwe qala qedr û qiymet û her wiha mukafata meha Remezanê kir û dû re bername bi pîrozbahiyê xelas bû.(ÎLKHA)