Hat ragihandin li xerbêbaşûrê Çînê li gundê Şînmoya girêdayê wîlayeta Maoşîenê ax ji çiyê hat xwarê. Di encama bobelata ku pêk hat de ji zêdetirî 100 kesî û bi deha gund di bin axê de man.

Li gor agahiyên ku rayedar ragihandine li gund 46 mal û 141 kes di bin axê de mane û nêzî 500 kesî jî li heremê mahsûr mane.(ÎLKHA)