Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ji Kovara Foreign Policyê re roportaj da. Barzanî di hevpeyvîna ku da kobarê de di derheqê serxwebûna Kurdistanê de nirxandinan kir.

“Referandûm tememê xelkê Herema Kurdistanê eleqedar dike”

Barzanî di hevpeyvîna ku da de destnîşan kir referandûm mafê yasayî ya xelkê Kurdistanê ye û wî vê yekê ji Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Abadî re jî gotiye. Barzanî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Referandûm tememê xelkê Herema Kurdistanê eleqedar dike. Ji ber vê yekê ev mesele li ser temamê lihevnekirinênên partîyî û siyasî ye. Heqîqeten exlebeyê xelkê Herema Kurdistanê terefarê kirina referandûmê ye.”

“Taloqkirina referandûma serxwebûnê  ne li gor berjewendiya xelkê Kurdistanê ye”

Barzanî di berdewama axavtina xwe de qala dîroka referandûmê kir û wiha got: “ Berî niha me çendîn caran xwest ku referandûmê bikin, lê şert û merc firset nedan. Encax taloqkirina referandûma serxwebûnê  ne li gor berjewendiya xelkê Kurdistanê ye. Di ser de ew ev yek tesîreke neyînî li dahatûya xelkê bike. Ji ber vê yekê ji bo referandûmê wextê herî baş niha ye.”(ÎLKHA)