Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel piştî hevdîtina ku kirin daxuyaniya hevpar a çapemeniyê dan.

Wezîr Çavuşoglu di civîna çapemeniyê de di derheqê qeyrana dîplomasiyê ya bi Qatarê re de wiha got: “Em yekîtî û digelheviya herema kotfezê wek ya xwe dibînin.  Ji hev re piştevaniya me heye. Li heremê bi şikleke ciddî mezhepperestî heye. Di her şert û mêrcî de gotûbêj divê berdewam bike da ku  mişkîle bi aştiyane bên çareserkirin.Em ji ber rewşa mewcûd xemgîn bûn. Ji bo mesele bê çareserkirin çi ji destên me bê em ê bikin.”(ÎLKHA)