Misir, Mirnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Erebistana Siûd bi hinceta ewlehiyê  temamê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn. Rayedarên her 4 welatan  daxuyanî dan da ku dîplomatên Qatarê di nav 48 seatan de welatên wan terk bikin.

Di daxuyaniyên ku ji teref Wezareta Karên Derve yên van 4 welatan ve hat dayîn de ji birîna pêwendiyên dîplomatîk re ewlehî wek hincet hat nîşandan.(ÎLKHA)