Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Manîsayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 12 eskerên ku ji ber êşa zik û dilxelînê gilîdar bûn û li nexweşxanê di bin muşahadê de bûn îro hatin taburcîkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Ji wextê şeveqê pê ve temamê eskeran ji nexweşxanê derketine û tevlî yekîneyên xwe bûn. Tu delîl nehatin dîtin ku esker bi jehrê ketine yan jî enfeksiyon bi wan re heye.”
Li Manîsayê 177 eskerên ku ji ber dilxelîn, verişîn û virikê li nexweşxanê dihatin tedawîkirin ku hat diyarkirin temamê van eskeran taburcî bûne.(ÎLKHA)