Li gor agahiyên ku hatine wergirtin teqîn li ser Kolana Îbrahîm Karaoglanogluya Eskîşehîrê di kargeha aîdî Fatma Yilmaz de pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn.

Ji ber teqînê di kargehê de şewat derket. Ekîbên îtfayê piştî ku bûyerê hesiyan mudaxeleyî şewatê kirin. 2 kesên ku di teqînê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)