Karkerên ku li Hewenga Rihayê di Kooperatîfa Avdanê ya Îstasyona Avdanê ya DSÎyê de dixebitin ji ber ku deynê ceyrana kooperatîfa wan li DEDAŞê heye ceyranan wan hatiye birîn û  ev 30 meh e ku meaşên wan nayê dayîn. Karker ji ber nedayîna meaşan perîşan bûne

 “Carinan em çûn û hatin lê tu kes li em xwedî derneket”

Karkerê bi navê Erol Çakmak diyar kir ev 30 meh e ku meaşên wan nayê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me serî li DSÎyê da. DSÎ ji me re got ‘Hûn girêdayê Wezarata Zîreatê ne.’ Em çûne Wezarata Zîreatê  ew jî ji me re gotin ku ‘hûn girêdayê DSÎyê ne.’ Em wisa çûn û hatin lê tu kes li em xwedî derneket. Dû re me serî li qeymeqamtiyê da. Qeymeqam jî nivîs ji DSÎyê re şand, lê di bersiva ku hat dayîn hat diyarkirin ew negirêdayiyê wan in. Me ji kooperatîfê re got û wan jî gotin ku heta îro çi ji destên wan hatibe kirine û ji niha pê ve tiştekî ku ew bikin nemaye.”

“Me greva birçîbûnê jî û întîharê jî fikirî”

Çakmak di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji ber ku ceyranan kooperatîfê zêde tê nikare heqê ceyranê bide  û ev yek jî dibe sedema mexdûrbûna gelek kesan. Çakmak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê dewlet demildest dest bavêje vê meselê, lewra dema ku dest navêjiyê em mexdûr dibin, cotkar mexdûr dibin. Niha tiştekî ku em bikin tuneye. Heta ku ji destên me hat me îdare kir, lê 30 meh ne hindik e. Me di nav van 30 mehan de gelek tiştan fikirî, ji greva birçîbûnê heta întîhar kirinê. Kesî ji me re nebû alîkar.Em herî dawî vegerin mala xwe.”

 “Me xeber da DSÎ û qeymeqam lê tiştek nekirin”

Kesê bi navê Faîk Dogan ê ku ev 13 sal e  di îstasyona pompê de dixebite diyar kir ev 30 meh e ku ew meaşê xwe nikare bistîne û  wiha got: “Me xeber da DSÎ û qeymeqam lê tiştek nekirin. Her tim dibêjin herin  bila kooperatîfa we meaşên we bide we. DSÎ nayê vir kontrol nake.”

Me meselê bi Serokê Kooperatîfa Avdanê ya Hewengê  Yaşar Bîlkan re axivî. Bîlkanê ku me meselê pê re axivî di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku heqê ceyranê gelek zêde ye  kooperatîf ketiye bin deynan û ew jî ji ber vê yekê nikarin meaşên karkeran bidin.(ÎLKHA)