Hat diyarkirin li Gundê Nûrsa Hîzana Bidlîsê ceyrana mala ku Ustad Bedîuzzeman lê ji dayik bûye ev du sal e ku hatiye qutkirin. Gundiyan diyar kir ji ber ku  6 hezar TL deynê malê heye  ceyran hatiye qutkirin û ew ji rayedaran teleb dikin bila çareyekê ji vê yekê re bibînin.

Gundiyan diyar kir ew gundiyê ku abonetiya ceyranê ya malê li ser navê wî qeyd kiriye berî vê 20 salan rehmet kiriye  û ji ber ku di van salên dawî de heqê ceyranê nehatiye dayîn ceyrana mala ku Ustad Bedîuzzeman lê hatiye dinyayê ji teref VEDAŞê ve hatiye qutkirin.

Gundiyan diyar kir mala ku alimekî navdar lê hatiye dinyayê  û ji teref bi hezaran kesan ve tê ziyaretkirin divê di bergeha nirxên çandî de bê nirxandin  û wiha gotin ‘Divê him gund û him jî mala Ustad bê muhafezekirin.’

“Dibêjin heta ku heqê ceyranê neyê dayîn dê ceyranê bernedin”

Evdirrezaq Dalarê melayê gund e diyar kir ev 2 sal e  ceyrana malê tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ceyrana malê ji ber deyna nêzî 6 hezar TLyê ji teref VEDAŞê ve hat birîn. Niha ceyrana malê tuneye. Dibêjin heta ku heqê ceyranê nedin ew ê ceyranê bernedin. Tunebûna mala zatekî ku dinya wî nas dike lê hatiye dinyayê  ne rewşeke baş e.”

Dalar di berdewama axavtina xwe de de banga alîkariyê li rayedar û xêrxwazan kir da ku mişkîle bê çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tunebûna ceyranê ji bo me jî zehmet e, carinan mêvan ji derve tên û li gund dimînin. Ev mêvan êvaran dixwazin biçin wê mala ku Ustad lê hatiye dinyayê û li wê derê bixwînin. Lê ji ber ku ceyran tuneye nikarin biçin. Ji ber ku ceyran tuneye em bi destan malê paqij dikin. Ev rewş me xemgîn dike. Em di vê mijarê de him ji xêrxwazan û him jî ji rayedaran alîkariyê teleb dikin.”

Dalar di dawiya axavtina xwe de diyar kir hat gotin ku ew ê mala ku Ustad lê hatiye dinyayê dê bê restorekirin lê heta niha tu tişt nehatiye kirin.(ÎLKHA)