Di bergeha  lêpirsîna FETO/PDYyê ya ku ji teref Serdozgeriya Komare ya Qonyayê ve dihat birêvebirin de  Qonya wek navend li 27 bajêran operasyon hatin lidarxistin.

Berî niha ji teref Serdozgeriya Komare ya Qonyayê ve di derheqê  endamên FETO yên ku di nav TSKyê de bi cî bûne de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di encama vê lêpirsînê de 323 kesên dixwastin ji ‘ji yasaya poşmaniyê` feyde bigrin di derheqê  rêxistinê de aagahî dabûn ku ev agahî lêpirsîna ku heye berfirehtir û kûrtir kir.

Di berdewama lêpirsîna ku berdewam dike de di derheqê 115 kesên ku tê diyarkirin ‘bi kekên esker ên mahrem` re hevdîtinê kirine  de qerara binçaviyê hat dayîn. Di operasyonên ku Qonya wek navend li 27 bajêran hatin kirin de 30 kesên şikdar hatin girtin û hat hînbûn 22 kesên ku di derheqê wan de qerara binçaviyê heye li bajarên din berî niha hatine binçavkirin.(ÎLKHA)