Filistîniyên ku ji bo girtiyên di grevê de ne meş li dar dixistin bê navber dirûşmayên mîna ‘Serê mar Amerîka’ avêtin û ji Trumpê ku hatibû heremê re bertek nîşan dan.

Weke ku tê zanîn Serokê Amerîkayê Donald Trump di lûtkeya ku li Riyadê hat tertîpkirin û  lê lîderên welatên Îslamî kom bûbûn de axavtinek kiribû û HAMASê wek rêxistina terorê wesfandibû ku ev wesfandin bûbû sedem ku Misliman bertek nîşan bidin.

Ji rexekî ve meşvanan, protestoyên xwe domandin û ji rexê din ve jî Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Îdareya Filistînê Mahmud Abbas  li Beytlahîmê hatin bal hev û piştî hevdîtinê bi hev re daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku hat kirin de Trump diyar kir ew û Abbas di derheqê destekdayîna îqtîsada Filistînê û di derheqê ‘rêyên micadeleya bi terorê’ de axavtine. Abbas jî di derheqê civînê de diyar kir tu mişlîleya wan bi Cihûtiyê re tune ye û derdê wan esil bi îşxalê re ye.

Her weke ku dê bê bîran Serokê DYAyê Donald Trump di axavtina xwe ya ku li ‘Lûtkeya Welatên Îslam û Ereb-DYAyê’ de gotibû: “ El-Kaîde, DEAŞ, Hîzbullah û HAMAS ji bo heremê tehdîda terorê ne.”(ÎLKHA)