Usame Hamdanê Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê HAMASa ku Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filistînê û heyeta ku pê re hatibû Diyarbekirê Yekîtiya Alim û Medreseyan ziyaret kir.

Heyeta ku di nav de  Usame Hamdanê Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê HAMASa ku Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filistînê û Munîr Saîdiyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Desteka Filistînê û Serokê Giştî yê Navenda Têkîliyên Tirk-Ereban jî hebû ji teref Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan û rayedarên din ve hat pêşîwazîkirin.

Mela Enwer ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşiyên xwe anî zimên Kiliçaslan di axavtina xwe ya ku di dema ziyaretê kir de destnîşan kir ji bo xelasiya ummeta Îslamê îxlas bi tena serê xwe ne bes e, her wiha digel îxlasê divê Misliman  xwediyê wê hêza ku ew ê neyarê Xwedê pê bitirsin bin.

“ Cihû neyarê tememê ummetê ne”

Kiliçaslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji mêj ve kesên ku herî zêde bi Mislimanan re dijmintî kirine cihû  ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Cihû neyarê tememê ummetê ne. Beyanetên pêxemberê me hene ku em ê beriya qiyametê bi cihûyan re şer bikin. Birayên me yên Misliman ên li Filistîn û Xazzê wek wekîlê ummetê  bi cihûyan re şer dikin. Xwezî îmkanên me hebana û em jî li Filistîn û Xazzê bana û me karibana alîariya birayên xwe kiribana. Xwezî me jî li dijî wan cihûyên ku hatine lanetkirin micadele kiribana.”

Kiliçaslan di dawiya axavtina xwe de diyar kir doza Filistînê doza ummetê ye û wiha dawî li axavtina xwe anî. “ Cihû zilmê li temamê ummetê dike. Ji ber vê yekê doza Filistînê doza temamê Mislimanan e.”

 “Artêşa Selahaddînî ew ê cardin Qûdsê fetih bike”

Di dema ziyareta ku hat kirin de ji ber ku ji heyetê re eleqe hat nîşandan  Mûnîr Saîdî ji Îttîhadul Ulemayê re teşekur kir û dû re got temamê wezîfeyên Mislimanan  ji bo doza Filistînê hewil dane. Saîdî dû re wiha li axavtina xwe zêder kir: “ Ji Endoznezyayê bigrin heta herî xerbê divê temamê ummetê li vê dozê xwedî derkeve. Bi iznîllah ew ê artêşa Selahaddînî cardin Qûdsê fetih bike. Rebbê me bike nesîb ku em biekvin nava wê artêşê. Neêxasim Tirkiye wê fedakariyê di maziyê de cardin nîşan dide. Ji ber vê yekê em ji Tirkiyê hêvîdarin.”

Saîdî di dawiya axavtina xwe de diyar kir  wek aliman wezîfeya we perwerdekirina nesla ku dê Filistînê rizgar bike ye.(ÎLKHA)