Gormezê ku ji ber minasebeta salvegera 379emîn fetihkirina Diyarbekirê a ji teref artêşa Îslamê ve hat bajêr di Mizgefta Mezin a ku 5emîn herema şerîf a Îslamê ye di nimêja şeveqê de melatî kir.
Gormez piştî ku ji cemaeta mizgeftê re melatî kir re axavtinek kir û di axavtina xwe de qala ehemiyeta nimêja şeveqê kir. Gormez diyar kir ji xwendina Qur’anê ya ku di nimêja şeveqê de tê xwendin re temamê melekan şehadet dikin.
Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê mirov ji nimeta nimêja şeveqê mehrûm nemîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xwe ji rojê 5 caran bi Rebbê xwe re axavtin û kirina sohbetê mahrûm nehêlin. Alema Îslamê ji nav zehmetiyên mezin derbas dibe. Hûn jî em jî ji nav zehmetiyên mezin derbas dibin ku Rebbê me ji me re bike nesîb em van zehmetî û mişkîleyan li pey xwe bihêlin. Bila cardin li vê welatê me yê ku bajêra sehabiyan e tu zarokên me nemirin û tevlî neqenciyan nebin. Çare û rêya vê yekê xwe bi rûh, can û qelbê xwe bi dînê Mubîn ve girtin e.”
Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji xwendina kitêba Xwedê û ji Resûlê Xwedê re ummetbûyînê pê ve şerefeke mezintir tuneye.(ÎLKHA)