Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku di civîna  Konseya Îstîşareya Bilind a TUSÎADê kir de di derheqê OHALê de nirxandinan kir. Erdogan di derheqê mijarê de wiha axivî: “ Ka lê binêrin Fransa  rewşa awarte îlan kir û ev bû sal û nîv. Li Fransayê çi bû? 10-15 terorîst derketin holê û li wê derê operasyon dest pê kirin û di encamê OHAL hat îlankirin. Lê belê birayên ezîz, em vê derê bi şikleke baş bifikirin. Operasyoneke ku ji bo welatê me bê xerakirin û ji bo milletê me bê hilweşandin tê kirin  û 249 şehîdên me û 2 hezar û 193 xaziyên me hene. Em hêj dibêjin ‘Em OHALê rabikin.’ Heta ku hemû kes negihîje refah û hizûrê em nikarin OHALê rakin.”(ÎLKHA)