Serokê Karên Diyanetê Gormez di civîna ‘Heyeta Îstîşarê ya Berfirehkirî’ de diyar kir divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê.
“Divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê ya ku tê de peyama gerdûnî û sîreta Hz. Muhammed tê vegotin ”
Serokê Karên Diyanetê Gormez di civîna ‘Heyeta Îstîşarê ya Berfirehkirî’ de di derbarê mijara Hefteya Wîladeta Pîroz de axavtinek kir. Gormez di axavtina xwe ya ku kir de wiha axivî: “Di encama mulahazeyên ku hatine kirin de hat diyarkirin divê Pêxemberê me û wîaldeta Wî nebe mijara nîqaşê û ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber vê minasebetê divê ew qandîlên mewlûdê yên ku ev hezar sale li ser van axan tên pîrozkirin bên dewlemendtir kirin û divê bên domandin. Divê Hefteya Wîladeta Pîroz bibe hefteya sîretê ya ku tê de peyama gerdûnî û sîreta Hz. Muhammed tê vegotin û her wiha divê ev heftî di navbera 14-20ê Nîsanê de bê tertîpkirin.”(ÎLKHA)