Ji teref Walîtiya Entabê, ji teref Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê û ji teref Navenda Ciwaniyê ya Malbat û Jinan ve li Entabê ve bernameyeke bi navê ‘Danasîna Projeya Navenda Piştgiriyê ya Psîkososyal a Sodesê’ hat tertîpkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de qizîka 12 salî ya Sûriyeyî helebsteke bi navê ‘ Li Sûriyê lîstok û mektebên em hebûn û dû re ji nişka ve herb dest pê kir, hemû tiştên ku em jê hez dikin çûn’ xwend. Ruha Hasana ku di bernamê de helbest xwend him giriya û him jî kesên temaşakar giriyand.
Hasan Ruha di helbesta xwe ya ku xwend de wiha got: “Li Sûriyê lîstok û mektebên em hebûn û dû re ji nişka ve herb dest pê kir, hemû tiştên ku em jê hez dikin çûn. Em ê cardin vegerin welatên xwe û em ê wê cardin wê înşa bikin. Ez tenê vê yekê nabêjim. Hemû zarok vê yekê dibêjin. Belkî rojek herb xelas bibe em ê jî li Helebê weke ku we me kiriye mêvan e em ê jî we bikin mêvan.”
Ruha Hasan dema ku vê helbestê xwend giriya û kesên li wê derê jî bi wê re giriyan.
Ehmed Çelîkê Miftiyê Bajêra Entabê di bernamê de axavtinek kir. Çelîk di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir pêdiviya Mislimanan ji yekîtî û digelheviyê re heye û wiha got: “Em bedela bêîmarî, bêeleqetî û bedela birçûbûna manewiyatê didin.”
Bername bi kirina diayan bi dawî bû.(ÎLKHA)