Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de di derheqê kesên biyanî yên ku dixwazin bibin welatiyên Tirkiyê de rêziknameyek hat weşandin. Li gor rêziknameya ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin ji kesên biyanî yên ku li Tirkiyê herî kêm 1,5 milyon dolar veberhînanê bikin re dê mafê welatîbûnê bê dayîn.(ÎLKHA)