Şaredariya Mezin a Diayrbekirê, bi minasebeta bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê îro li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve were lidarxistin hemî wesayîtên şaredariyê bêheq bixebitin.

Ji teref platformê vê hatibû diyarkirin ku dê ji 11 rawestgehan 30 otobusên şaredariyê bêheq xizmetê bike. Lê şaredarî di derbarê vê yekê de hesastir tevger kir û bi minasebeta bernameya Wîladeta Pîroz dê hemî otobusên şaredariyê bê heq xizmetê bikin. Ev yek jî ji teref gel ve wek teqdîr hat pêşewazkirin. (ÎLKHA)