Li Entabê di bergeha bernameyên “Heftiya Wîladeta Pîroz” de sempozyomek hat lidarxistin. Di sempozyoma ku Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez jî beşdar bibû de hat diyarkirin ku bi wesîla Wîladeta Pîroz însan di derdora Hz Muhammed de tên cemhev.

Dekanê Fakulteya Ilmên Îslamî yê Zanîngeha Katîp Çelebî yê Îzmîrê Prof. Dr. Saffet Kose di sempozyomê de axivî. Koseyê di derheqê bernameyên Wîladeta Pîroz de axivî diyar kir ku bi wesîla van bernameyan însan tên cemhev û ev bername dibin wesîla bibîranîna Hz Muhammed. Ji ber vê yekê Kose ji kesên ku van bernameyan lidar dixin re teşekur kir. (ÎLKHA)