Endamên meclîsa Almanyayê bi şiklekî qismî çarşefê qedexe kir.
Pêşnûmaya qedexekirina çarşefê ji meclîsa binî ji meclîsa jor ve hat şandin. Li gor yasayê memûr, hakim û eskerên Misliman dê nikaribin li cihê kar çarşefê li xwe bikin.
Partiyên neteweperwer ên li Almanyayê ji bo di qamûyê de çarşef bê qedexekirin zextan li hikûmetê dikin û her wiha teleb dikin ku wek Fransayê çarşef li derve jî bê qedexekirin.
Di meha Berfanbara borî de Serokwezîr Angela Merkel banga qedexekirina çarşefê kiribû û diyar kiribû ku ev cûr cil û kinc bi şikleke yasayî ne mimkun e li welatê wê bên lixwekirin.
Merkel di daxuyaniya xwe ya ku di derbarê mijarê dabû de wiha gotibû: “ Ew hîcaba ku temamê rû digere divê bê qedexekirin ku ev bi qanûnê mimkûn e. Nîşandana rû perçeyeke tarza me ya jiyanê ye. Qanûnên me beriya kevneşopiyên eşîran û qanûnên şerîatê ne.Rûyê xwe nîşan bide. Destûr nikare bê dayîn temamê rû bê girtin û divê bê qedexekirin.”
Di meha Sibatê de Eyaleta Bavyerayê plana qedexekirina çarşefê ya li avahiyên qamûyê, mekteb, zanîngeh û şofêrtiyê eşkere kiribû.
Li Fransa, Avusturya, Belçîka û Tirkiyê jî lixwekirina çarşefê ya li hinek avahiyên qamûyê qedexe ye. Her wiha qedexe li Hollanda, Danîmarka, Rûsya, Îspanya û Îsweçê jî heye.(ÎLKHA)