Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  qeza  li ser rêya Hevrişîmê doh êvarî di seat 22.00an de pêk hat. Hat diyarkirin TIRa ku ber bi Wêranşarê ve diçû û li Yusuf Alîogluyê ku dikir derbasî wî rexê rê bibe qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de Alîoglu giran birîndar bû.

Alîogluyê ku giran birîndar bû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.Polêsan ji bo şofêrê TIRê yê ku piştî qezayê reviyaye bê girtin xebat dan destpêkirin.(ÎLKHA)