Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye dayîn de hat ragihandin digel pergela nû dê pergela parlamenteriyê bê rakirin, heyama koalîsyonan bi dawî bibin û dê mişkîleya du serî ji holê rabe.
“Me helwesteke dîrokî nîşan da û di warê paşvexistina wesayeta navneteweyî, heremî û kuresel de bûn xwediyê erkeke girîng”
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin HUDA PAR qet neketiye nava bazarî û hisabên biçûk û ji bo silamet û qenciya welêt tiştê ku li ser wî diket bi cî aniye. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Me helwesteke dîrokî nîşan da û di warê paşvexistina wesayeta navneteweyî, heremî û kuresel de bûn xwediyê erkeke girîng. Di dema pêvajoyê de bi daxuyaniyên ku ma de me xwe ji gotinên ku dê bibin sedema bereberiyê mihafeze kir û me hewil da da ku zimaneke ku di çarçoveya biratî û digelheviya civakê de bi kar bînin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin encamên referandûmê peyamek daye û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Encamên refendandûmê ji muxalefet û saziya siyasetê re nîşan daye ku xelk terefdarê guherînê, terefdarê çareserkirina mişkîleyan bêyî ku pevçûn çêbibin e û dîsa nîşan daye ku xelk ne terefdar e ku siyaseteke ku bibe sedema berberî û dabeşkeriyê . Ji bilî van di netîcê de dîsa encam diyar kirine ku xelk digel cudahiyên xwe riya jiyana digelhev bijartiye.”
“Divê nasnameyên qewmî û baweriyên cûda bên nasîn”
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin divê ji berberiyê dûr bê sekinîn û temamê blokên civakî bên muhatabgirtin. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Divê nasnameyên qewmî û baweriyên cûda bên nasîn; divê ewlehiya nesl, eql, mal, can û dîn a hemû kesî têxin bin temînatê û divê di çarçoveya edaletê de digel serdestiya hiqûqê civakeke Hur û Adil bê tesîskirin. Digel temamê neyîniyên ku tên jiyan tercîha siyasî ya xelkê Kurd a ku wesayeta çekdar a heremê red dikir baş bê xwendin. Divê ji zimanê hamasetê dûr bê sekinîn û di înşaya Tirkiyeya nû de telebên bi heq û meşrû di tu şertî de nebin behsa bazariyê û ev yek bên tedarikkirin.”(ÎLKHA)