Koordînatoriya  Êlihê ya Platforma Evîndarên Pêxember  dê 23ê Nîsanê li qada li kêleka Otogara Nû Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin. Ji ber vê munasebetê dildar û endamên platformê digel qîzên biçûk di serî de esnaf û xelkê û her wiha li nexweşxaneyan Êlihiyan vexwandin Wîladeta Pîroz.

Serokê Medya û Danasînê yê Platforma Evîndarên Pêxember Feyzî Aydin  berî belavkirina gulan daxuyaniyek da. Aydin di daxuyaniya ku da de diyar kir ew ê roja yekşemê di seat 13.00an de bernameya Wîladeta Pîroz li dar bixin.

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew temamê Êlihiyan dawetî bernamê dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê wek Platforma Evîndarên Pêxember îsal wek wan salên din bi bernameyeke din a Wîladeta Pîroz derkevin hemberî xelkê xwe. Xweda nesîb bike em ê vê yekşemê digel xelkê xwe bin. Em ê îro xelkê bi gulan vexwînin bernamê. Şaxê me ya jinan dê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Welîdîna Jinan û dildarên me yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Heremê ya Êlihê ji nexweşan re gulan belav bikin. Em temamê xelkê xwe vedixwînin Wîladeta Pîroz. Em ê li wê derê  bi bernameyeke xweş li hember xelkê xwe bin.”

Di dema belavkirina gulan de xelk, dikandar,  nexweş û naskiriyên nexweşan û her wiha îdarevanên nexweşxanê eleqeyeke mezin nîşanî kesên ku gulan belav kirin dan û destnîşan kirin ew bi kelecaneke mezin beşdarî wê bernameya ku ew li bendê ne bibin.(ÎLKHA)