Li Çewlîgê ji teref Miftitiya Bajarê Çewligê ve bi minasebeta Wîladeta Pîroz bi navê “Hz Pêxember û Civaka Ewletî” konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de Alîkara Miftiyê Bajêr ê Enqerê Ayten Koç di konferansê de axavtineke kir.

Koç wiha axivî: “Heskirina herî mezin a ku miletê me aniye cemhev; hezkirina Pêxember û evîndariya Pêxember e. Heftiya Wîladeta Pîroz, em wek heftiya ku vê hezkirinê dizivirîne ilm û hişê bi şîara bibîranîna Hz Muhammed heta derkkirina wî ev 28 sal e ku îdraq dikin.”

“Xweda, Cenabê Kaînatê emanetê însanan kiriye”

Koç bal kişand ku Xweda, Cenabê Kaînatê emanetê însanan kiriye. Dûvre Koç wiha pê de çû: “Ev emaneta biqîmet di her warê de ewletî, îstîkrar, hizûr û aşitiyê heq dike.”

Koç diyar kir ku ewletiya li dînê kêm bûye. Dûvre Koç wiha pê de çû: “Armanca me ew e ku dê em çawa dikarin ji nû ve ji mesajên rehmetê yên Muhammedu’l Emîn înşa bikin. Em çawa dikarin ewletiya ku li welatê me bûye wek birînek baş bikin?”

Koç, destnîşan kir însan dizane ku ketiya nav gîrdabeke mezin. Dûvre Koç wiha pê de çû: “Lê di derbarê ewletiyê de diltirsî heye. Lewra mijara ewletiyê di hindirê însanê de det pê dike. Lm dema ku mijara ewletiyê, di nav dilê însanê û nefsa wê de neyê tesîskirin û dema ku têkiliya di nabeyna îman û emanê pêk neyê mimkûn nîne ku mirov ewletiyê tesîs bike.”

“Ewletî termeke ji Quranê ye”

Koç diyar kir ji bo ku civaka ewletî pêk were divê ku herkes xwedî şiûra emanetê bibe. Dûvre Koç wiha diyar kir: “Peyva emanetê di ayet û hedîsan de wek wate ji hev cuda hatiye bikaranîn. Ji berpirsyariyên însanê ya li hemberê Xweda, malbet û civaka ku tê de ye heta eşyayên ku li cem xwe dihewîne re emanet tê gotin. Heke mirov wek taybet bibêje ji her tiştên ku di bin berpirsyariya însan de ye ewletî tê gotin. Ewletî termeke ji Quranê ye.”

Koç, destnîşan kir divê ku mirov li hemberê Rebbê xwe xwedî pirsyar bibe û divê tiştên ku Xweda emir kiriye mirov bike û yên ku nehî kiriye jî mirov jê dûr bisekine. Dûvre Koç wiha destnîşan kir: “Ev wezîfe hemî organên me eleqeder dike. Lewra her organ emanetek e û divê çawa hewce bike mirov wisa bikar bîne.” (ÎLKHA)