Êlihiyên ku di derheqê referandûma 16ê Nîsanê de nêrîn û hestên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên destnîşan kirin bila referandûm bibe wesîleya xêrê. Di hevpeyvîna ku di derheqê referandûmê hat kirin de welatî qala sedema ku ew ê çima bêjin erê yan jî naxêr kirin.
Di dema hevpeyvîna ku hat kirin de hat dîtin ku wek wan hilbijartinên berê kelecan di nava gel de tuneye û xelk zêde naxwaze ku nêrîna xwe ya di derheqê referandûmê de eşkere bike.
Di hevpeyvîna ku hat kirin de kesên bi navê Feyzî Oztekîn, Fehmî Şanli, Edîp Tekîn, , Adnan Işik, Emîn Onal, Cevher Yavuz, Ferdî Akan, Haci Taş, û Muhammed Ayhan di derheqê referandûma 16ê Nîsanê de destnîşan kirin ew ê ji bo Tirkiyeke baştir, ji bo welat pêşve biçe, ji ber bûyera darbeya 15ê Tîrmehê, ji bo Kurdan, ji bo ku Ewrûpa dibêje naxêr, ji bo îstîqbala Mislimanan û ji bo yekîtî û digelheviyê, ji bo hizûr û dahatûyê di 16ê Nîsanê de bibêjin erê.
Her wiha di hevpeyvîna ku di derheqê referandûmê hat kirin de kesên bi navê Refîk Yildiz, Kemal Alîkol û Eyup Balci jî destnîşan kirin ji ber ku guhartin li gor berjewendiya memleket e û ji bo pergela dewleta parlementer neyê guhartin ew ê bibêjin naxêr.(ÎLKHA)