Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di êrîşê de tonek teqemenî hatiye bikaranîn û 5 kesên ku têkiliya wan bi êrîşê re hebû hatine binçavkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin di êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên ku polêsek jî di nav wan de heye li nexweşxanê tên tedawkirin. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di lêkolîna ku di derheqê êrîşê hat kirin de ji jêrzamîna avahiya ku li nêzî midûrtiya ewlehiyê ye bi hêla ewlehiyê ve 30 metro tunel hatiye vedan û di tunelê de tonek teqemenî hatiye bicîkirin û hatiye teqandin.” (ÎLKHA)