Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di derdora seat 10.45an de li Baglara Diyarbekirê di Midûrtiya Şubeya Quweta Çewîk a Diyarbekirê di dema tamîrkirina TOMAyê de teqînek pêk hat. Hat diyarkirin birîndar hene.
Ji ber teqîna ku pêk hat li cihê teqînê çalek mezin vebû û ji ber tesîra teqînê di avahî, kargeh û wesayîtan de xisar pêk hat.
Li gor agahiyan ji ber teqînê 14 kes birîndar bûne.(ÎLKHA)