Ji ber ku êdî rêwiyên Navenda Tibê ya Dursun Odabaş jî hene xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê ji ber pirsgirêkên otobusan diyar kirin ku ew dixwazin bila ji pîrekan re otobusa pembe were tehsîskirin.

Xwendekarên ku diyar kirin otobusên ku diçin qampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê têra xwendekaran nakin xwendekarên qîz bi gelek pirsgirêkan re rû birû dimînin. Ji ber vê yekê wan destnîşan kirin bila otobusa pembe ji xwendekaran re were temînkirin.

Ji xwendekaran Esra Zeynep Akinvci, diyar kir ku ew di otobusê de ewle nînin û di otobusê de gelek pirsgirêkên jinan hene.

Akinci wiha diyar kir: “Wesayîtên qampusê kafî nîne. Heke kafî bibûya me wiha zehmetiyê nedikişand. Em li ser rê dimînin. Wesayît me hilnagirin. Ne ajovan û ne jî zilam hurmetê nadin me. Em bûn şahidê bûyereke neqenc. Şofor jî nekarî tu tişteke bike. Wek pîrek em jî rencîde bibûn. Wesayîteke ji bo pîrekan hebe pirr baş dibe.”

“Heta niha em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane”

Ji xwendekaran Buşra Dalgin diyar kir ku ew ji wesayîtên zanîngehê memnûn nîne. Dûvre Dalgin wiha pê de çû: “4 sal e ez têm vir û diçim me gelek pirsgirêkan dît. Me gelek bûyerên tacîzê bihîst. Qethiyen kafî nîne û gor min minasib jî nîne. Ez jî Wanî me. Lê gor min heta hatina li zanîngehê jî biewle nîne.”

“Otobusa ji bo pîrekan zerûrî ye”

Dalgin diyar kir heke ji bo pîrekan otobusa penbe hebe dê ev pirsgirêk werin çareserkirin. Dûvre Dalgin wiha pê de çû: “Ev proje derengî maye. Divê ev xîzmeta ku heta niha ji bo me tunebû were temînkirn. Ez bixwe nebûme şahidê bûyerên xerab. Lê min bihîstiye. Em ji van bûyeran pirr ditirsin. Hinek jî ew otobusên di wê halê de didbin sedema vê yekê. Înşaellah heke ji bo pîrekan otobusa pembe were dê pirsgirêk hel bibin.”

“Ji ber zilaman cî ji pîrekan re namîne”

Sînan Ak, wiha axivî: “Wek zilam ez di otobusê de di ewlehiyê de me. Lê dema ku mirov xwe dixe şûna pîrekan de em bawer in ku pîrek di derbarê vê yekê de zehmetî dikêşin. Me bûyerên xerab dîtin. Ji bo ku ev yek were çareserkirin me got bila ev proje pêk were. Tabî vê xebatê zanîngeh û şaredarî dikarin tevde vê yekê bikin. Carinan em bi xwe jî dibin şahid. Dema ku em tên qampûsê ji ber zilaman cî ji pîrekan re namîne. Yan jî naxwezin ku siwarê otobusê bibin.”

Azat Surmeyê ku ew jî ji heman pirsgirêkê gilîdar bû diyar kir ku di otobusan de cî tune. Ji ber vê yekê heke ji bo pîrekan otobus derkeve dê çêtir bibe. (ÎLKHA)