Cotkarên ku dest bi kesaxa rezan kirine weke her sal digel germbûna hewayê hewil didin rezên xwe bi kesixînin.
Li Qirqata Gercewsê cotkarê bi navê Edîp Turgut ê ku ev bi salan e bi karê rezvaniyê mijûl dibe di derbarê mijarê de destnîşan kir li Gercews û li heremên derdora wê kesaxa rezên ku tiriyên wê bi qelîte û bi lezzet in dest pê kiriye.
Turgut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel germbûna hewayan ew dest bi kesaxê kirine. Turgut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji bo darên me yên tiriyan bi hêz bibin û ji bo randiman zêdetir bibe dikesixînin. Dem ku kesax nayê kirin randiman dikeve. Lê dema ku em kesaxê dikin em 100 kîlo randiman distînin. Em digel germahiyan dest bi kesaxê dikin. Ger ku qeşa bikeve ew ê zirarê bide rezan.Tiriyê Gercewsê navdar e. Dahata me ji sedî 80 ji tirî ye. Ji ber vê yekê em her cûr xwedîkirinê dikin da ku randiman zêde be.”(ÎLKHA)