Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji manşeta Rojnameya Hurriyetê ya wekê “Qerargeh Aciz e” hatibû nivîsandin re bertek nîşan da. Erdogan wiha diyar kir: “A ku hatiye kirin ez rasterast dibêjim bê terbiye û bê edebî ye.”

Serokkomar Erdogan di Balafirgeha Ataturkî de daxuyanî da. Erdogan ji manşeta “Qerargeh Aciz e” re wek bertek wiha axivî: “A ku hatiye kirin ez rasterast dibêjim bê terbiye û bê edebî ye. Ne heqê rojname ne ya rêvebiriya rojnameyê û ne jî ya qadroya patronaj heye ku vê manşetê bavêje.”

Her wiha Erdogan diyar kir ku di pêvajoya ji vir pê ve hemî xuhayên me yên mezlûm û mexdûr di hemî saziyan de dikarin bi hîcab bixebitin. (ÎLKHA)