Murat Tuncerê 38 salî yê ku li Dîlokê îqamet dike him pirsgirêkên wî yên fizîkî hene û him jî ji ber nexweşiya xwe ya guatrê çavekî wî nabîne. Tuncer ji ber ku karê giran nake ev 25 sal e boyaxkeriya pêlavan dike. Ji ber vê yekê jî teqdîra kesên hawîrdor distîne.

Tuêncer 26 sal berê ameliyat bû lê baş nebû. Lê digel vê yekê ji bo ku li dê û bavê xwe yên extiyar xwedî bike boyaxkeriya pêlavan dike.

Tuncer diyar kir ku ji xeynê vî karê dehatekî wî tune û ji bo ku mihtacê tu kesî nebe çendîn sal e vê karê dike. Tuncer diyar kir ji bo ku meaşê astengdarê bistîne serî li Vakfa Alîkarî û Piştgiriya Civakî kiriye. Lê ji ber ku bavê wî teqewîdbûyî bûye meaş nedane wî. Ji ber vê yekê Tuncer ji bo ku di karekî hêsatir de bixebite bang li rêvebiran kir.

Tuncer destnîşan kir ji ber ku xeternak bûye ew piştî ameliyata yekemîn neketiye ameliyata duyemîn. Dûvre Tuncer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez 26 sal berê ameliyat bûm. Teqdîra Xweda. Digel ameliyatê ez baş nebûm. Ji xwe êdî ez carekî din ameliyat nebûm. Lewra tixtoran gotin emeliyat xeternak e. Ez ji roja hatime dinê heta îro bi vê şiklê me. Di malbata min de bes ez wiha me. Wek rojane Xweda çi bike nesîb ez wê qezenc dikim.”

Tuncer diyar kir ji bo ku mihtacê tu kesî nebe ew dixebite. Dûvre Tuncer wiha pê de çû: “Ez dixwazim ku rêvebir alîkariya min bikin. Ez jî dixwazim ku bibim wekê însanên din. Ez bi dê û bavên xwe re dijîm. Ez ji vir bang li Fatma Şahîn û waliyê me Alî Yerlîkayayê dikim. Bila alîkariya min bikin.” (ÎLKHA)