Di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya ku doh êvarî li li Wêranşara Rihayê li ber lojmanên edliyê hat kirin de zarokek û nîgahdarek jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Li cihê ku êrîşa bombeyî lê hat kirin lêkolîn berdewam dikin.

Hat ragihandin ji birîndaran 3 kesên ku rewşa wan nebaş e  sewqî Rihayê hatine kirin. Her wiha hat ragihandin di êrîşê de zarokekî bi navê Ahmet Oktay Gunak û bekçiyek jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşa bombeyî ya ku hat kirin lojmanên edliyê gelek zirar dîtin û avahiyên derdorê jî tahrîb bûn.(ÎLKHA)