Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmed Goktaş Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî nirxand. Goktaş bal kişand divê ku kesên bûyerê dane kirin jî werin darizandin. Dûvre Goktaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila bi tetikkêşan re kesên ku dane kirin jî werin darizandin.”
Goktaşê ku piştî niştinê daxuyanî da wiha destnîşan kir: “Me got qey îro niştin bi dawî dibe ji ber wê yekê em bedar bûn. Lê bi dawî nebû. Înşaellah dê di 22yê Adarê de bi dawî bibe. Dibe ku şahidên qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî kêm bibin. Lê temamê Tirkiyê bû şahidê bûyerên 6-7ê cotmehê. Yekî emir kir û bang hat kirin ku derkevin kolanan. Ev bûyer bes li Diyarbekirê çênebû. Li her derê çêbû.”
“Divê kesên ku teşwîqê kolanan jî kirine werin darizandin”
Goktaş wiha pê de çû: “Mixabin kesên ku vê bangewaziyê kirine li holê nînin. Di derarê wan de tu tiştekî nayê gotin. Ji kesên ku kirine re tên gotin. Wekê ku parêzer jî diyar dikin bila bi tetikkêşan re kesên ku dane kirin jî werin darizandin. Divê ji ber ku van bangewaziyê kirine werin darizandin. Di 6-7ê Cotmehê de bes li Diyarbekirê ev êrîş çênebûn. Li her derê Rojhilat û Rojhilata Başûr ev êrîş hatin lidarxistin. Divê kesên ku teşwîqê kolanan jî kirine werin darizandin.”
“Em dixwazin bila polêsên ku midaxaleya bûyeran nekirine jî werin darizandin”
Goktaş wiha pê de çû: “Bila neyê jibîrkirin dema ku Yasîn Boru û hevalên wî hatin qetilkirin qeydên telefonê jî şahidin ku polês neçûne hewara bangewaziyê. Polêsên wê rojê digel lava û hêviyan neçûn ciyê bûyerê. Heta gotin ‘em nayên.’ Pirr hêsan e ku mirov van tespît bike ku kî ne. Em dixwazin bila ev jî midaxaleya bûyeran nekirine jî werin darizandin. Nexwe kesên ku ji vê yekê berpirsyar in yanî siyasetmedar neyên darizandin dê bûyerên din biqewimin.” (ÎLKHA)