Li Şernexê ji ber barîna berfê ya ku ev 2 roj e bê navber didome rêbejên Şernex-Sêrt, Şernex-Colemêg û Şernex-Beytuşebabê û rêyên 44 gundan hat girtin.

Tîm ji bo ku rêbej û rêyên gundan werin vekirin xebatên xwe didomînin. Li bajarê ku gihanî bi zorî pêk tê gelek wesayît di rê de mane. (ÎLKHA)